Civak

Şer di navbera Heşda Şebî û pêşmege de destpêkir

Îro serê sibehê hêzên milîsên Şîe Heşda Şebî bi çekên giran êrîş kir û pêşmerge bi tundî bersiva wan da. Hêşda şeibî hewlda devera Pirde di navbera kerkûk û Hewlêrê de kontrol bike. Bi vê mebestê çekên giran êrîş kir lê ev êrîş hate şkênandin.Hêja şer berdewam e. Di şerde Hşda Şebî çeên Amerikî kar tînin.Di vê derbarê de peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, ku îro danê sibê çekdarên Heşda Şeibî xwestin werin bajarokê Pirdê ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê kontrol bikin. Lê pêşmerge bi tundî bersiv da û pevçûn derket.Peyamnêrê me da zanîn, ku Heşda Şaibî şevê din hêzeke mezin anîbûne Kerkûkê û dixwazin xeta 36 kontrol bikin, bi vî awayî werin heta bajarokê Quştepe ya rojhilatê Hewlêrê. Li hember vê yekê pêşmerge Pirdê weke “xeta sor” dibîne û nahêle ti hêzeke leşkerî xwe nêzîk bike.Fermandarekî pêşmerge jî ji Rûdawê re ragihand: “Bi çekên giran, tank û çekên amerîkî hatine. Pêşmerge bersiv da û 2 otomobîlên hummerên wan teqandin.”

Back to top button