Serokwezîrê Israil ji bo pişgiriya kurda tevdigere

Li gora nûçeyek ya ajansa Reuters, serokwezîrê Îsrail Benyamin Netenyahu ji bo pişgiriya Kurdistana Başûr ketiye di nava tevgerekî de, Netenyahu hewldide ku lobiyek bi hêz ji bo kurda pêkbîne.Li dijê êrîşên Pasdar, milêsê Şîe û artêşa Iraqê li ser Kurda, netenyahu dixwaze pişgiriyek navdewleti ji bo kurda pêkbîne.Li gorî gotina berpirsek bilind ê Îsraîlê, Netanyahû bi vê armancê li gel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn axiviye.Li gorî zanyariyên, ku Reutersê belav kiriye, biryare ji bo heman armancê, di nava vê hefteyê de, Şêwirmendê Ewlekariya Nîştîmanî yê Îsraîlê, mijara piştgiriya kurdan li gel rêveberiya Donald Trump gotûbêj bike.Hevdem Wezîrê Îstîxbatara Îsraîlê Yizsael Katz jî roja Înê ji Radyoya Telavîvê re ragihand, ji bow ê yekê kar dikin da ku êrîşên ser kurdên Iraqê bidin sekinandin. Ji ber ku kurd hêjayê piştgiriyê ne, ku rojava pişta wan bigre.Katz herwiha ragihand, niha Serokwezîrê Îsraîlê ji bo piştgirîkirina kurdan li gel Amerîka, Rûsya, Fransa û Almanyayê di nava peywendiyan de ye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: