Partiya îslamiya Kurdistanê bêrêziya li Silêmaniyê li himber Ala Kurdistanê hatî kirin bi daxûyaniyekî şermezar kir.
Daxûyani:
Başûrê Kurdistanê li bajarê Suleymanî ,xwendwanên Zaningehê ji bo mafên xweyê demokratîk xwepêşandin darxistinê,mixabin hênek ji wan pîyonê dewletê dagirkerên Kurdistanê êrêşekî qiriş anîn ser Alaya Kurdistanê. Alaya Kurdistanê dan bin nigê xwe.
Her millet li welatê xwe xwepêşandina dardixînin,lê tucar lê Ala û pîroziyê xwe hakaret nakin.
Mixabin hênek piyonê dagirkerên Kurdistanê li pîroziyê gele xwe îhanet dikin. Li ser her Kurde kî ferzê ku li dijê wan xayinê hundir de derkevin.
Bi taybetî alaya Kurdistanê temsîla, rûmet û serfirazî û serbilindiya gelê Kurdê.
Pêwîste kû gelê Kurd,bi yek dengî û bi helweste kî Netewî li hemberê vê êrêşa qirêj,ji terefê çete û piyonê dagirkerên kurdistanê li ser sembola gelê Kurd Ala- Rengin hatî kirin,bêdeng nemînin.
Divê em li hember van heqaretên li ser Ala Kurdistanê helwestek netewî nîşan bidin û xwediyê ala Rengîn derkevin.
Em li ser navê PÎK’ê bi tûndî vê êrêşa qirij li ser Ala Kurdistanê şermezar dikin.
Serokê Giştî: PÎK -Partiya Îslamiya Kurdistan
Hikmet Serbilind