Rojev

Akin Birdal dibe namzetê partiya DEM yê bajarê Îzmîrê

Partiya DEM biryar da ku li navend û hemû navçeyên Îzmîr, Mûgla û Balikesîrê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Siyasetmedar û Parêzerê Mafê Mirovan Akin Birdal dibe namzetê bajarê Îzmîrê.

Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) biryar da ku ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adarê li 3 bajarên din bi namzetên xwe bikevin nava liv û tevgerê. Li gor biryara nû ya partiyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, Şaredariya Bajarê Mezin a Balikesîrê, Şaredariya Bajarê Mezin a Muglayê û hemû navçeyên her sê bajaran wê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê.

Li gor hat ragihandin, Partiya DEM ku li hemû parêzgeh û navçeyên Îzmîrê namzet nîşan dane, wê Akin Birdal ji bo şaredariya bajarê mezin destnîşan bike.

Back to top button