Polîtîk

HUDA PAR bi logo û navê xwe beşdarî hilbijartinên herêmî dibe

HUDA PAR daxuyand ku ewê bi logo û navê xwe beşdarî hilbijartinên herêmî bibin û diyar kir ku wan namzetên xwe yên ji bo 26 şaredariyên bajarê mezin, 51 şaredarên parêzgehan û 702 şaredariyên navçeyan eşkere kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PAR Mahmut Şahîn, diyar kir ku ewê bi logo û navê xwe beşdarî Hilbijartina Giştî yên Rêveberiya Herêmî ya ku wê di 31ê Adarê de bê kirin, bibin.

HUDA PAR di hilbijartinên 14ê Gulanê de di lîsteyên AKP de ket Meclisa Tirkiyê. 

Şahîn, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku di encama xebatên wan de namzetên şaredariyê, endamên meclîsa şaredariyê û endamên meclîsa parêzgehê hatin diyarkirin. 

Şahîn, diyar kir ku heta niha li 10 parêzgehan civînên danasîna namzetan li dar xistine û diyar kir ku wan namzetên 26 şaredariyên bajarê mezin, 51 şaredarên parêzgehan û 702 şaredariyên navçeyan eşkere kirine.

Back to top button