AK Parti ber bi kû ve diçe

Dema hilbijartinên hezîrana 2011-ê Ak Parti gelek behsa demokratikbûna Tirkiye û di vê çerçovê de jî çareserkirina pirsa kurd û pêkanîna destûrek nû dikira. Lê Ak Partiyê dema behsa van guhertina dikira, behsa hinek astengan jî dikir. Ev asteng wek hinek dezgehên dewletê yên statukoparêz bûn.
Ak Partiyê kurd jî di nav de pişgiriya xelkê ji % 50 deng wergirtin û bû desthilat. Ev cara sêyeme Ak Partî dibe desthilat. Ak Partiyê gelek guhertinên girîng pêkanîn, gelek ji dezgeh û xelkêk li dijê van guhertina sekinîn û dijitiya Ak Partiyê kirin. Gelek ji xelkê jî pişgiriya guhertinên ku pêkdihatin dikiran.
Ji aliyê kurdan ve jî piranî pişgiriya guhertina hat kirin û hêviyên kurdan jî ji bo pekanîna demokrasiyê gelek hebû. Raste beşek ji kurdan di rêya guhertinan de hinek asteng pêkanîn yan jî mirov dikare bêje ku pişgiriya pêwîst ji bo guhertinên dihatin kirin nedan hukumetê û vê yekê jî hêcetek kir di destê Ak Partiyê de. Serokwezîrê Tirkiye Erdogan gelek caran behsa vê yekê dike û hêceta ku ketî di destê wî de bi awayekî kar tîne.
Piştî hilbijartina siyaseta Erdogan hate guhertin. Di aliyê leşkerî û dezgehên dewletê de wek dadwerî û yên din de hinek guhertin çêbibên jî, di derbarê pirsa kurd de siyaseta Erdogan hate guhertin.Gavên bi hêdî jî dihatin avêtin sekinandin û tu gavên nû neavêtin.
Niha şûna siyaseta diyalogê û gotubêjê dewlet siyaseta tundî û tujiyê li dijê kurda û taybetî li dijê BDP/KCK kar tîne. Dewlet operasyonên berfireh yên leşkerî li herêmê dike. Di demekî ku PKK çelakiyên çekdarî sekinandî ev operasyonên ji aliyê dewletê ve tên kirin, jiyana kurdan li herêmê gelekî nexweş kiriye. Ji aliyek din bi sedan kes di çerçova operasyona KCK-ê de hatin girtin. Gelek rojnemevan di vê çerçovê de di girtîgehan de ne.
Bûyera komkujiya Robiskê cardin pirsa weseyeta leşkerî anî rojevê û ev yek bû sedemê gotubêjekî nûjen di pêwendiyên hukumetê û leşkeran de. Berê dema ji aliyê leşkeran ve tiştek dihat kirin, dihat zanîn ku hukumet nikarê bandorê li ser siyaseta leşkera bike. Lê niha ne welê ye, siyasete leşkera wek ya Erdogan tê nirxandin û Erdogan bi xwe jî pişgiriya siyaseta leşkera dike û wan diparê ze.
Piştî bûyera Roboskê girtina serfermandarê kevin Başbug wek manewrayeke bû. Lê ji bo çi û dijê çi nayê zanîn.
Bûyera komkujiya Robiskê bû xeleka şkinandina baweriya xelkê ku pişgiriya Erdogan û Ak Partiyê dikira.
Ew kesên doh pişgiriya siyasete guhertina Ak Partiyê dikiran îro siyaseta vê partiyê û rewşa Erdogan rexne dikin, lê hêjî hêviyek heye ku Ak Partî ji vê siyaseta çewt û bi tundî rêve dibe vegere. Herweha Ew kes û dezgehên ji bo guhertina bi tundî dijitiya Ak Partiyê dikiran îro pişgiriya siyaseta tundiya hukumetê dikin. Ev yek bi tenê dikare bibe pîvanek ku ne li ser rêya rast e.
Hêjî bi temamî kurda hêviyên xwe winda nekirine, Ak Partî di vê pêvajoya guhertina destûra bingehîn de guh bide pêşniyar û dengê kurda û li gora vê jî di destura nû de kurd xwe bibînin, dê li Tirkiye gelek tişt bêne guhertin. Hingê ev dibe ispata ruxandina siyaseta dewletê ya stukoparêst û bi awayekî. Dê ev yek Tirkiye berbi demokrasiyê ve bibe û pirsgirêkên kurdan jî di warek demokratîk de, bi rêya diyalogê bête gotubêjkirin.
Dema şer, tundî û tujî nemîne dê xelk bêhtir bi mejîyek azad bikaribe li bûyeran binêre û bibe xwedî helwestek akilane. Operasyon, şer, dengê tifengê bandorê li ser hemû nêrîn û fikra azad dike û ew deng serdeste.
Heta pirsa kurd bi awayekî li Tirkiye çareser nebê demokrasî li vî welatî çênabe. Rêya demokrasiyê li Tirkiye pirsa kurd re derbas dibe.
15.01.2012
Dara Bilek