Barzanî: Rêya çekdarî û şidetê tu pirsgirêkan çareser nake
![](/wp-content/uploads/2023/10/Rojev.jpg)
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Feridun Sinirlioglu cîgirê wezîrê derveyê Tirkiye û şanda li gel kir.
Di hevdîtinekê de ku, duhî (14.01.2012) li Selahedînê bi rêve çû û Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê amade bû, di derbarê pêwendiyên herêma Kurdistan û Tirkiye, guhertinê siyasî û pêşketinên dawiyê li navçeyê û kirîza siyasiya Îraqê hatin gotûbêj kirin.
Serok Barzanî tekîd li ser girîngiya xebatên hevbeş yên ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir, Serokê Kurdistanê got ku, divê hemû pirsgirêk li ser esasê lihevtêgihiştin û diyalogê bên çareser kirin û li herêmê aşitî pêşbikeve.
Serok Barzanî di civînê de ji şandeya wezareta derve ya Tirkiyeyê re got ku bi tecrûbe ispat bûye ku rêyên leşkerî, çekdarî û şidetê tu pirsgirêkan çareser nakin, lê diyalog û pabendbûna bi nirxên demokrasiyê hemû pirsgirêkan çareser dikin.
Ji aliyê xwe ve Sinirlioglu got ku ji bona çareserkirina aloziyan di vê lihevtêgihiştin hebe û tekîd li ser heza hikûmeta Tirkiyeyê ya ji bo alîkarî û karê hevbeş yên ji bo geşepêdana pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir.
Li dor kirîza siyasiya Iraqê jî, serok Barzanî û Sinirlioglu li ser çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane, pabendbûn bi destûrê û şirîkatiya rasteqîne di îdarekirina welat da hevfikir bûn.