CivakRojev

Agirê Newrozê li ser kelha hewlêr..

Ji ber rewşa herêmê, li Herêma Kurdistanê ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê merasîmên fermî nehatin lidarxistin.

Lê belê gelek Kurdan ji bo cejna neteweyî ya gelê Kurd amadekariya xwe kir.

Bi vî awayî li bajar û deverên cihêreng ên her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt agirê Newrozê hat pêxistin.

Pêxistina agirê Newrozê li ser Kelha Hewlêrê

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser Kelha Hewlêrê merasîma pêxistina agirê Newrozê hat lidarxistin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de Cejna Remezanê û Newrozê li Serok Mesûd Barzanî û xelkê Kurdistanê pîroz kir.

Mesrûr Barzanî got, “Em Cejna Remezanê û Newrozê li rêber û serokê me yê mezin cenabê Serok Barzanî, pêşmerge, malbatên serbilind ên şehîdan û hemû xelkê Kurdistanê pîroz dikin.”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser dîroka Kurdan û wiha axivî:

“Xelkê Kurdistanê di dirêjiya dîrokê de li beramberî zalim û zordaran rawestiyaye.

Wan ti caran serê xwe netewandiye. Niha jî hêviya me ew e ku di bin sîbera Serok Barzanî û bi rêbertiya wî de, gelê serbilind ê Kurdistanê her bi ser dikeve û li beramberî hemû zordaran raweste.”

Serokwezîr her wiha got, “Em hêvî dikin asoya gelê me di bin serkirdatiya Serok Barzanî de ronîtir bibe.

Ev yek dê bi hêz û milê pêşmergeyên qehreman û xweragiriya gelê me çêbibe.”

Mesrûr Barzanî spasiya fedakriyên xelkê Kurdistanê kir û wiha domand:

“Em gelekî spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê dikin. Bi taybetî di vê dema ku em dibînin şer û alozî li herêma me hene de.

Em bi hemû şiyana xwe hewl didin ku Kurdistanê ji hemû şer û aloziyan biparêzin û dûr bixin. Ez bawer im em ê bi piştgiriya Xwedayê mezin ber bi asoyeke ronîtir ve gav bavêjin.”

Back to top button