Polîtîk

Serokatiya Kurdistanê bûyera Reyhanlî şermezar kir

 

Roja şemiya borî li bajarê Reyhanlî li Tirkiyeyê nêzîkê tixûbê digel Suriyeyê sê teqînên mezin çê bûn û di encam da gelek kesên sivîl bûn qurbanî. Serokatiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî wê kiryara terorîsî şermezar dike û hevxemiya xwe ji bo gelê tirk û malbatên qurbaniyên wê kiryara terorîstî radigehîne:

      – Em bi dijwarî wê kiryara nemirovane şermezar dikîn û hevxemiya xwe ji bo gelê Tirkiye û kesukarê qurbaniyên wê tawanê radigihînîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên wê kiryara terorîstî dixwazîn.

Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de hêvî dike ku, destên li pişt encamdana wê kiryara terorîsî bi zûtirîn dem bên eşkere kirin û radestî dadgehê bên kirin

 

Back to top button