Cîhan

Pentagon: Zêdetirî 40 endamên komên alîgirên Îranê hatin kujtin

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku, li gor zanyariyên heta niha zêdetirî 40 endamên grubên alîgirên Îranê di tolhildana êrişa ser baregeha leşkerî ya Tower 22 de hatine kujtin yan jî birîndar bûne.

Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick Ryder di civîna çapemeniyê de rojev nirxand. Ryder, diyar kir ku li gor encamên destpêkê, di encama 85 êrîşên asmanî de li Iraq û Sûriyê ji 2ê Sibatê ve zêdetirî 40 endamên komên alîgirên Îranê hatine kujtin an jî birîndar bûne.

 Ryder, bal kişand ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di nirxandina encamên van êrişên esmanî de berdewam e û teqez kir ku Amerîka wê ji bo paraytina leşkerên xwe tedbîrên pêwîst bigire.

 Ryder, amaje bi wê yekê kir, ku li gor zanyariyên destpêkê, di êrîşa roja borî ya Amerîkayê de, li Bexdayê fermandarê Ketaib Hizbullahê hatiye kujtin. 

Back to top button