Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serok Îlham Aliyev kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 8ê Sibatê bi rêya telefonê bi Serokê Komara Azerbaycanê Îlham Aliyev re peywendiyek kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev kir ji ber ku careke din wek serokomarê nû yê Komara Azerbaycanê wek serokomarê wî welatî hat hilbijartin.

Serok Barzanî hêviya serkeftinê û berdewamiya pêşkeftinên welatî wî ji bo Serok Aliyev kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe bi Azerbaycanê re berfiretir bike û hevkarî û hevkariyên xwe berfirehtir bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Azerbaycanê xweşhaliya xwe ji bo peywendî û pîrozbahiyên Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir. Her du aliyan li ser hevdîtina xwe ya dawî ya li Bakuyê jî axivîn.

Back to top button