Polîtîk

Mimkune serok Barzanî nebê berbijêr

Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranê ragihand ku, xwe berbijar kirina Serok Mesûd Barzanî bo Serokatiya Kurdistanê qanûniye û nabe aliyên din yên Kurdistanî li dijî vê meseleyê bin jiber ku, ev meseleya han meseleyeke qanûniye.

Mirîanî eşkere kir ku, giftûgo kirina meseleya dubare xwe berbijar kirina Serok Barzanî bo postê Serokatiya Kurdistanê meseleyeke gelek girînge lewre tişteke normale ku, aliyên din jî li ser vê babetê nêrînên xwe diyar bikin lêbelê mimkune Serok Barzanî bi xweberbijar nekirina xwe her kesekî ecîbmayî bike.

Miranî di hevpeyvîneke xwe ya bi Rojnameya Elheyat ya Londonê re eşkere kiriye ku, me serdana Mele Bextiyar û aliyên din yên opozisyonê jî kir daku, bizanin helwesta wan ya li hember vê meseleyê çaweye, em bo demekî li benda wan bûn daku serdana me bikin û bi awayekî nivîskî nêrînên xwe di vê derbarê de diyar bikin lê mixabin dûr ji orf û rêbazên siyasî yên serdemiyane, aliyên opozisyonê bi organîze kirina presskonferans nêrînên xwe diyar kirin û ev yek jî helwest û siyasetên Serokatiya Şoreşa Îraqê bi bîra mirov tîne.

Back to top button