The New York Times: Çareserî dûrketina Malikî ye
Rojnamye amerîkî The New York Times di raporeke xwe de rewşa Îraqê ya emnî û kirîza siyaiya Îraqê dinirxîne û dinivîse ku, rêya çareseriya pirsgirêkên Îraqî îstîfakirina serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî ye.
Rojname navborî dinivîse ku, dûrketina Nurî Malikî ji serokwezîrtiya Îraqê û hatine kesek din yê Şîe li ciyê Malikî di ji aliyê manawî ve Suneyan razî bike ku bi hikûmeta Îraqê re kar bikin û dev ji xwepîşandanan berdin, serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî girêya hemû pirsgirêk û arîşeyane eger ew girê bê vekirin, ango Malikî îstîfa bike û kesek nermtir cîyê wî bigire rewşa Îraqê baştir dibe û gelek arîşe jî çareser dibin û Îraqê jî ji şerekî navxwey rizgar dibe.
Weke tê zanîn yek ji daxwazên xwepêşanderên herêma Suneyan îstîfakirina Malikî ye û nuha derkirina Malikî ji postê serokwezîrtiyê mijara rojeva Îraqê ye.