Nivîsar

Konferansa Ciwanên Kurdistanê û dîtinek

Îsal cara sêyem, em ciwanên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê gihiştin hev.

Van konferansa berî her tiştî ji bo têkilî dayîn û xurtkirina di nav ciwanan de, bingehên xweş in. Em hevdû ji nêzîktir ve nasdikin ûhevdû baştir fehm dikin. Bi vî awayî li gel pûçkirina sînorên ku dagirkeran di navbera me de daniye, sînorên ku bi dehsalane di hêşên me de çêbûne jî ji holê radibin.

Konferansa îsal, li gor herdu konferansên din xwedî cûdahiyek bû. Îsal, nûnerên dagirkeran ji xwe re konferansek din li dar xistin û tevlî konferansa me nebûn. Ev bûyer, ji bo berjewendiyên Kurdistanê bûyerek baş e. Hewceye ku konferansên me edî bi vî awayî bidomin. Divê beşdarên konferansên bi vî rengî û bi taybetî jî beşdarên “Kongira Netewî” hêzên netewî bin.

Di konferansê de çend tiştên balkêş û xweş hebûn. Yek jê ev bû ku em jî tê de gellek ciwan dixwest “Kongira Ciwanan” çêbibe an ber bi wê de gav bên avêtin. Hin heval digotin: “Ji bo kongira ciwanan hîn zû ye. Divê em li benda kongira netewî bin.” Lê bi ya min ji bo ku em kongira xwe li dar bixin, hewce nake ku em li bendî kongira netewî bisekinin. Heta em karin kongira xwe li dar xin, parlamentoya xwe ava bikin û dema kongira netewî çêbibe ser navê xwe nûneran bişînin.

Xalek din ê xweş ev bû ku beşdarên konferansê di mijara dewletbûna Kurdan de bibiryarbûn. Ji xwe ji pênc mijarên konferansê yek jê jî li ser vê mijarî bû. Ev bibiryarbûn di axaftinande xwe diyar dikir.

Bi giştî konferans xweş derbas bû û di encamnameyê de biryarên girîng hene. Lê tiştê jê girîngtir ev e ku em van biryaran bînin cih. Bi taybetî jî li ser Rojavayê Kurdistanê divê em sekna xwe yê bibiryar ku me di konferansê de nîşan da, karibin di cih anîna biryaran de jî nîşan bidin.

Ez hêvîdar im wê îsal ne wek herdu salên din be û emê li her çar perçeyan jî li gor biryarên konferansê tevbigerin.


Roger Çaxer

Endamên Koordînasyona Rêvebiriyê Berpirsiyarên Birêxistinê

Back to top button