Civak

Li Bexdayê komîsyonek ji bo şopandina bûdçeya hikûmeta Herêma Kurdistanê hat avakirin

Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolîna li ser pişka Herêma Kurdistanê ya di bûdçeya Iraqê de komîsyonek ji 4 kesan ava kir.  

Di nava komîsyonê de endamên Komîsyona Maliye Hasan Muenîs, Muzrî Maan, Nermîn Marûf û Şêwirmendê Darayî yê Komîsyona Maliye Semîr Mubarek Mîrza cîh digirin. Komîsyon wê çavdêriya dayîna mafên darayî yên Wezareta Darayî û cîbicîkirina yasaya bûdçeya giştî ya Herêma Kurdistanê bike. 

Endamê Komîsyona Darayî Hasan Muenis di daxuyaniya çapemeniya herêmî de diyar kir ku komîsyon wê ji bo diyarkirina rêbazên xebatê yên li Herêma Kurdistanê û dabeşkirina pereyan ji aliyê hikûmeta federal ve bicive.

Muenis got: “Emê bi nûnerên Herêma Kurdistanê, Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal, Buroya Çavdêriya Darayî ya Iraqê û Wezareta Petrolê re bicivin û li ser pirsgirêkên ku di dayîna pişk û mûçeyên Herêma Kurdistanê de derketine raporekê pêşkêş bikin. Ezê van pirsgirêkan ji Komîsyona Maliyê re ragihînim”.

Back to top button