Pentagon: Emê bersivê bidin

Wezîrê Paraztina Amerîkayê Lloyd Austin di derbarê êrîşa ser baregeha li ser sînorê Urdun-Sûriyê de wiha got: “Milîsên ku Îranê piştgiriya wan dike ji êrîşên li dijî hêzên Amerîkayê berpirsyar in û emê bersivê bidin”.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê, Austin diyar kir ku ji ber mirina 3 leşkerên Amerîkayê û birîndarbûna leşkerên din ên Amerîkayê di êrîşa şeva borî ya li dijî hêzên Amerîkayê û hêzên Koalîsyonê yên li bakurê rojhilatê Urdunê, ew hêrs û xemgîn bûye.
Wezîr Austin got: “Mîlîsên ku Îran piştgirîya wan dike ji êrîşên li ser hêzên Amerîkî berpirsyar in û emê bersivê bidin”. Austin diyar kir ku ew û Serokê Amerîkayê Joe Biden êrîşên li dijî hêzên Amerîkayê qebûl nakin û got: “Ji bo paraztina berjewendiyên DYA û leşkerên xwe emê hemû gavên pêwîst bavêjin”.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku di êrîşa firokeyên bêpîlot a yekalî de li ser sînorê Urdun-Sûriyê 3 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 34 kes birîndar bûne.
Hikûmeta Urdinê ragihand ku êrîşa ser hêzên Amerîkî ne li ser xaka wî welatî lê li binkeya Tenef a li ser sînorê Sûriyê pêk hatiye.