Ramanli: Ger em zimanê xwe neparêzin emê roj bi roj nasnameya xwe winda bikin

Li Navenda Çand û Kongreya Sezaî Karakoç a li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê ji bo Dersa Zimanê Dayikê ya Hilbijartinê HUDA PARê bi sernavê “Ez Zimanê Dayikê Hilbijêrim” panelek li dar xist.
Wekîlê HUDA PARê Serkan Ramanli, di destpêka axavtina xwe de bal kişand ser ayeta “Yek ji delîlên hebûna wî ew e ku erd û ezman afirandiye û ziman û rengên we ji hev cuda ne” û wiha got: “Tu serdestiya zimanekî li ser zimanê din tuneye, her zimanek bi nirx e, xwedayê mezin ev ziman daye me, zimanê me li herêma me roj bi roj winda dibe, em jê re dibêjin zimanê dayikê, lê dayika me li kîjan malê bi Kurdî diaxive. Niha haya me jê tuneye ku em çawa asîmîle bûne. Îro mixabin li kuçe û kolanên Amedê Kurdî nayê axavtin. Ev ji bo me nîşaneya asîmîlasyonê ye. Ev şermek mezin e. Ji ber vê yekê diyariya ku xwedê daye me divê em biparêzin. Di rastiyê de zimanê me temînata hebûn û siberoja me ye. Ger em zimanê xwe neparêzin emê roj bi roj nasnameya xwe winda bikin”.
Ramanli diyar kir ku ziman ne sedema cudabûn û dijminatiyê ye û ew girîngiyê didin her zimanê ku li Tirkiyê tê axavtin û weha got: “Tirk, Kurd, Laz çiqasî hebûna xwe bi ziman û rengê xwe biparêzin, welat evqasî dewlemendtir dibe. Ziman ne sedema cudabûn û dijminatiyê ye“.
Ramanli di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku Kurdî alarmê dide û wiha got: “Heke em xebatên xwe bi dilpakî bimeşînin em dikarin serketinê bi dest bixin. Di vî warî de em dereng bimînin jî emê ji roja ku em xebata xwe berdewam bikin emê bi ser bikevin”.