Em êrîşa li dijî baregeha Amerîkayê ya li Urdunê bi tundî şermezar dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew êrîşa firokeyên bê firokevan li ser baregeha Amerîkayê ya li Urdinê ku di encamê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn, bi tundî şermezar dikin. Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku ew bi gelê Amerîkayê re hevxemiyê ne.
Serok Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan li ser baregeha Amerîkayê ya li Urdinê ku di encamê de 3 leşker mirin û 25 jî birîndar bûn, li ser hesabê Xê peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de ew êriş şermezar kir û hevxemiya xwe jî ji bo kesûkarên malbatên ku jiyana xwe ji dest dane xwest.
Nêçîrvan Barzanî got: “Ez bi tundî êrîşa terorîstî ya li dijî hêzên Amerîkî li bakurê rojhilatê Urdinê şermezar dikim. “Ez jî sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazim.
Barzanî hevxemiya xwe bi gelê Amerîkayê re nîşan da û got: “Em di vê qonaxa dijwar de li kêleka gelê Amerîkayê ne. “Em ji birîndaran re şifayê dixwazin.


