Amerîka piştgiriyê lihevhatina Bexda û Hewlêrê dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, digel Robert Bekroft sefîrê Amerîkayê yê Îraqê û şandeya pê re civiya.
Di civînê de, rewş û pêşhatên emnî û siyasiyên Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêj kirin û serdana Nêçîrvan Barzanî a heftiya çûyî bo Bexdayê û civînên digel serokwezîr, serokê parlamentoyê û aliyên din yên Îraqê û encamên wan civînan nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî ji sefîrê Amerîkayê re behsa serdana xwe ya bo Bexdayê kir û got ku, kurdan û aliyên din yê îraqî bi hev re îraqa nû avakiriye û herêma Kurdistanê hertim bi wê yekê re ye ku, hemû pirsgirêk û arîşeyên anvbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û aşitî bên çareser kirin û her li ser vî esasî jî şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê, heftiya çûyî, çû Bexdayê.
Serokwezîrê Kurdistanê got:
– Hemû pirsên Îraqê bi serdanekê û bi çend dîdar û civînan çareser nabin, lê ya giring eve ku deriyek ji bo danûstandinan û civîna hat vekirin û em tu derfetên bo diyalog red nakin.
Ji aliyê xwe ve, sefîrê Amerîkayê yê Îraqê piştgirtiya xwe bo serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê û destpêkirina danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û vegeriyana wezîrên kurd bo Bexdayê bi gaveke erênî wesif kir.
Rewşa deverên kurdistaniyên dervey îdareya herêma Kurdistanê, rûbirûbûna hêzên pêşmerge û arteşa Îraqê û çewaniya aramkirina wê aloziyê aliyekî din yê civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê û sefîrê Amerîkayê yê Îraqê bû.

