Amerîka hêzên xwe ji Rojava venakişîne
Nûçeya ku tê gotin “rêveberiya Joe Biden amadekariya vekişîna ji Sûriyê dike”, ji aliyê wezaretên berevanî û derve yên Amerîkayê ve hat redkirin. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku “Helwesta me neguheriye. Em piştgiriya xetên agirbestê didomînin”.
Nûçeya ku “rêveberiya Joe Biden berî hilbijartinê amadekariyan dike ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û dixwaze hevkariyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Beşar Esad de çêke”, hat redkirin.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê di bersiva pirsên gelek saziyên medyayê de diyar kir ku îdiayên navborî ne rast in. Di bersiva pirsek pêwendîdar a ajansa nûçeyan a Rûsî RIA Novostî de, Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) got ku îdiaya vekişînê ya ku li ser çar çavkaniyên cuda yên kovara Foreign Policy hatiye belavkirin, şaş e.
Rayedarekî payebilind ê Amerîkî ku navê wî nehat zanîn ji CNN International re got: “Rêveberiya Biden nafikire ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne”.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersivek xwe de got ku ” Helwesta Amerîkayê di derbarê bakurê rojhilatê Sûriyê de nehatiye guhertin”. Berdevk dupat kir ku Washington bang li Tirkiye û HSD kiriye ku dijberiya li Rojava kêm bikin û got “Helwesta me neguheriye. Em piştgiriya xetên agirbestê dikin û banga kêmkirina tundiyê dikin”.