Di navbera DYA û Îsraîlê de peymaneke mezin a çekan hat îmzekirin

Medya Îsraîlî ragihand ku DYA û Îsraîlê peymaneke çekan a “bi awayekî awarte” îmze kirine. Li gorî vê yekê wê di nava çend rojan de 3 balafirên nû û bi hezaran cebilxane ji artêşa Îsraîlê re bê dayîn. Wekî din, dê gelek balafirên F-35 û F15 AI û helîkopterên şer werin şandin.
Medya Îsraîlî ragihand ku Amerîka û Îsraîl peymaneke mezin ya çekan îmze kirin ku tê de hejmareke mezin ji firokeyên F-35 û F15 AI û helîkopterên şer ên Apache ji Telavîvê re tê şandin.
Televizyona 12 ya ku li Îsraîlê weşanê dike gotinên rayedarên Wezareta Parastinê yên Îsraîlê yên ku di peymana bi Washingtonê re cih girtine ragihand û got: “Di dema şerê ku li Xezayê didome de di navbera DYA û Îsraîlê de peymaneke çekan a bi gelekî hêz hat îmzekirin. Di rojên pêş de çek ji artêşa Îsraîlê re bên şandin.”
Li gorî berpirsên ku navên wan nehatine eşkerekirin, di rêkeftinê de hejmareke mezin ji firokeyên F-35 û F15 AI û helîkopterên şer ên Apache pêşkêşî artêşa Îsraîlê tê kirin. Karbidestan got ku peymana ku di demekê de ku şerê li Xezayê û pevçûnên bi Hizbullaha Libnanî re li bakur berdewam dikin de hat îmzekirin,gelekî mezin e.”