Cîhan
Ferhad Selîmî piştî 14 salên girtîgehê hat şeniqandin
Girtîyê Kurd Ferhad Selîmî yê xelkê Seqizê piştî 14 salên girtîgehê, li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê hat darvekirin.
Li gor ragihandina Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşema 23ê Çileya 2024an, cezayê darvekirina Ferhad Selîmî, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Seqizê, piştî ku 14 salan bi tohmetên bê delîl hatibû girtin, li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê ji dezgehên hêzên rejîma Îranê ve hat şeniqandin.
Dezgehên rejîma Îranê berî darvekirina wî destûr nedane wî ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Ferhad Selîmî, wek gelek girtîyên Kurd di pêvajo û şert û û şirûtên nedadwerane û neyasayî de ji alî Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ve bi şeniqandinê hatibû cezakirin.