Cîhan

Balafireke leşkerî ya Rûsyayê li Belgorodê ket xwarê.

Tê gotin ku nêzî heftê kes mirine.

Li gorî Rûsyayê, di balafirê de girtiyên şer ên Ukraynayê hebûn. Li gorî nûçeya çapemeniya Ukraynayê, di balafirê de pergala parastina hewayî ya S-300 a Rûsyayê hebû.

​Li gor nûçeya Reutersê balafireke leşkerî ya Rûsyayê li Belgorodê ketiye xwarê.

Vîdyoyek ku li ser medyaya civakî belav dibe tê gotin ku balefir li erdê dikeve û diteqe.

Tass dinivîse ku Wezareta Berevaniya Rûsyayê piştrast dike ku firoke ketiye.

Li gorî kenala Telegram 112 li gorî rojnameya Meduza, nêzî 70 kesên ku di balafira leşkerî de bûn, dema ku balafir li herêma Belgorod a Rûsyayê ket, mirin.

Tê texmînkirin ku ew nêzî 65 girtiyên şer ên Ukraynayê bûn ku di balafirê de bûn û diviyabû bihatana guhertin. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, li gorî BBC, di wê firokeyê de 6 karmendên rûsî û 3 kesên din ên Rûsyayê jî hebûn.

Balafir ji cureya Il-76 bû.

Li gorî agahiyên ku di Ukrayna Pravda de nehatine piştrastkirin, divê balafirê ji bo pergala parastina hewayî ya S-300 fuzeyên veguhezîne. Rojnameyê amaje bi çavkaniyeke nenas di nava artêşa Ukraynayê de dike ku tê ragihandin ku ew “karê wan e”.

Li gor nûçeya BBC, komîsyoneke lêkolînê bo cihê bûyerê hatiye şandin.

Back to top button