Cîhan

Andersson (S) pêşwazîyê li biryara parlementoya Tirkiye dike!

Seroka Partiya Sosyal Demokratên Swêd û seroka opozîsyonê Magdalena Andersson (S) pêşwazî li biryara parlamentoya Tirkiyê ya pesendkirina serlêdana NATO ya Swêdê dike.

Magdalena Andersson  dibêje: Cihê kêfxweşiyê ye ku parlamentoya Tirkiyê ev biryar daye. ev yek me gavekê nêzîkî endametiya tam ya NATOyê dike. Partiya herî mezin a di binkeya hikûmetê de bi awayekî êrênî beşdarî vê prosesê nebûye.

Magdalena Andersson her wiha dibêje ku hikûmeta wê jî di nav xebatên ku Swêd bikeve nav NATOyê de cih girtiye. Me ev pêvajo da destpêkirin, me li Madrîdê peyman pêk anî. Ji wê demê heta niha hikûmeta niha li ser vê xebatê berdewam kiriye. Xebateke hevpar e.

Back to top button