Civak

Li Mûşê 2 keçên 14 salî daliqandî hatin dîtin

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê di maleke terkkirî de cesedên du keçên 14 salî yên ku bi zincîrê hatibûn daliqandin hatin dîtin.

Herdu keçên 14 salî xwendevanên pola 8emîn bûn, navê wan P.A. bi Z.T. bû. Dema ku herdu keç evarê ji dibistanê neçûn mala xwe , malbata wan li wan geriyan.. Piştî demekê bavê P.A., Cemal A., du keçên ku bi zincîreyê daliqandî di mala wan a veqetandî de dît. Piştî ku Cemal A. rewş ji Navenda Telefonên Lezgîn a 112’an re ragihand, polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên ku çûn cihê bûyerê diyar kirin ku her du zarok mirine.

P.A. Piştî lêkolîna ewil a li cihê bûyerê, cenazeyên Z.T û Z.T ji bo zelalkirina sedema mirinê şandin Saziya Tipa Edlî ya Mûşê. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Back to top button