Cîhan
Bexdayê êrîşên ser Hewlêrê şermezar kir
Wezareta Derve ya Iraqê piştî êrişên mûşekên balistîk ên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê yên li ser Hewlêrê, gazî meslehetguzarê Îranê yê li Bexdayê kir û nota nerazîbûnê da.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Iraqê INA, Wezareta Karên Derve ya Iraqê Meslehetguzarê Karûbarên Îranê yê li Bexdayê bangî wezaretê kir, nota nerazîbûnê da û diyar kir ku ew êrîşên li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dikin.
Di daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, ku şeva borî di encama êrişên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku di êrîşan de karsazê Kurd Pêşrev Dizeyî û zaroka wî ya 1 salî jî jiyana xwe ji dest dane.