Civak
Li Şirnexê 15 rojan biryara ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hat dayîn!
Parşzeriya Şirnexê da xûyakirin ku,herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê di navbera 27’ê Kanûn û 10’ê Çile de weke “herêma ewlekariya taybet” hatiye ragihandin.
Di daxuyaniya de wiha hat gotin; Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, nîzam û asayîşa giştî, ji bo pêşîgirtina li rûdana bûyerên tundiyê û rêgirtina li her cure rewşên neyînî yên ku dikarin rû bidin, li gorî Qanûna Hêjmar 2565 a Herêmên Qedexekirî yên Leşkerî û Herêmên Ewlekariyê, Çiyayê Gabarê. Herêma ku di nav sînorên navçeya basa de di navbera 27ê Kanûn û 10ê Çileyê de ‘taybet’ hat ragihandin û hat diyarkirin ku ‘herêma ewlehiyê’ ye.
Di daxuyaniyê de dibêje ku, ji bo ewlehiya can û malên hemwelatiya girîng e ku welatî bi şev û roj neçin van herêman.