Pêşniyara der barê ketina Swêdê ya NATO’yê de ji aliyê komîsyonê ve hat qebûlkirin
Pêşnûmeya erêkirina protokola endamtiya NATO’yê ya Swêdê li Lijneya Karên Derve ya Meclisa Tirkiye hat qebûlkirin. Di dengdana li komîsyonê de AKP, CHP û MHP’ê ji bo qebûlkirina pêşnûmeyê, İYÎ Partî û Partiya Saadetê jî dengê “na” dan. Partiya DEM’ê ku bi helwesta xwe ya li dijî NATO’yê tê naskirin, beşdarî dengdanê nebû.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku ew ji vê biryarê kêfxweş in û bang kir ku ew hşvî dikin¨pêvajoya erêkirinê “di zûtirîn dem de” biqede.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve Burak Akçapar ê ku di dema nîqaşên li ser pêşnûmeyê de agahî da, diyar kir ku Swêdê gavên erênî avêtine, mimkine hemû gavên tên xwestin demildest neyên avêtin û ev pêvajoyek e. Akçapar, anî ziman ku Swêdê guhertinên qanûnî yên ku tu kes nikare xeyal bike pêk aniye û diyar kir ku ew di pratîkê de guhertinên qanûnî dişopînin. Hat ragihandin ku pêvajoya gotûbêjê ya li Lijneya Giştî dê li gor gavên ku Kongreya Amerîkayê di derbarê nûjenkirina F-16an de bavêje pêk were.
Swêd: Em bi xêr hatin
Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström pêşwazî li qebûlkirina pêşnûmeya beşdarbûna welatê xwe di Peymana Atlantîka Bakur (NATO) de ji aliyê Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Tirkiyê ve kir.
Billström di peyama xwe ya X de got, “Em pêşwazî li pejirandina serlêdana Swêdê ya ji bo endametiya NATOyê ji aliyê Komîsyona Karên Derve ya Tirkiyê ve dikin. Pêngava pêş wê ev be ku parlamento li ser vê mijarê deng bide. “Em li bendê ne ku bibin endamê NATO’yê.