Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Hindistanê kir
Îro li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Hindistanê li Hewlêrê Madan Gopal kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Îraq û navçeyê û ew warên ku dikarin li ser baştirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê de bên gotûbêjkirin hat rawestandin.
Konsulê Giştî yê Hindistanê li Hewlêrê xwesteka xwe ya ji bo baştirkirina peywendiyên navbera her du welatan ên çandî, teknolojî, bijîşkî û mirovî de anî zimên.
Serok Barzanî destxweşî li serkirdeyên mezin ên Hindistanê wek Mahatma Gandî û Nehro kir ku di piştgiriya gelên bindest û dabînkirina aştî û yekrêziya cîhanê de rola xwe lîztine.
Serok Barzanî ragihand ku gelê Kurdistanê rêz û hurmetek taybet ji bo gelê Hindistanê û çanda Hindistanê heye. Di hevdîtinê de Serok Barzanî behsa dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê kir.
Madan Gopal di şerê azadî û şerê dijî terorîstan de rola Pêşmerge û gelê Kurdistanê bilind nirxand.