Civak

Mesrûr Barzanî: Jinên Kurdistanê di her warî de rola xwe peyitandine

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku jinên Kurdistanê rola xwe di her warî de peyitandine (îspat kirine). 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, beşdarî 9.emîn kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Yeketî Afretani Kurdistan) bû.  

Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Yeketî Afretani Kurdistan) ku wek pêkhateya jinên PDKê hatiye avakirin, li salona Şehîd Seîd Ebdullah a Hewlêrê bi beşdariya Mesrûr Barzanî, wezîr û endamên yekîtiyê 9.emîn kongreya xwe li dar xist. 

9. Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ku bi dirûşma “Hêz û jêhatiya jinê bingeha aştî û pêşketina aborî ye” tê organîzekirin, wê 2 rojan berdewam bike. 

Di kongreyê de Mesrûr Barzanî axivî û got: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê di qonaxên cuda yên têkoşîna rizgarîxwaziya gelê Kurd de xwedî dîrokek tijî serwerî û serbilindî ye; yekitiya Jinan û bi giştî jinên Kurdistanê hertim piştevanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û di berevanîkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de li qada pêş bûne”.

Mesrûr Barzanî, di saziyên dewletê yên Herêma Kurdistanê de amaje bi rola jinan jî kir û tekez li ser wê yekê kir ku di kabîneya 9ê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdariya jinan di postên bilind ên hikûmetê de gelekî zêde bûye. 

Yekîtiya Jinên Kurdistanê ku di 11ê Kanûna 1952an de li Silêmaniyê bi dizî li mala Mîrza Gafûr hat damezrandin, wek pêkhateya jinan a PDKê, kongreya xwe ya yekemîn di sala 1963an de li dar xistibû.  

Back to top button