Nêçîrvan Barzanî: Ezê hertim piştgiriya mafên jinan bikim
Nêçîrvan Barzanî 71 saliya Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîroz kir û got: “Ez carek din piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna jinan dikim. Piştrast bin ku ezê her dem piştgiriya mafên wan bikim“.
Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi boneya 71 saliya Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek
pîrozbahiyê belav kir.
Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ez bi dil û can pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistanê dikim, ez têkoşîna wan a ji bo mafên jinan, azadî û wekheviyê bilind dinirxînim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim “.
Barzanî di vê derbarê de herweha got: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê wek rêxistinek pêşeng di warê paraztin û berevaniya mafên jinan de, di dema derbasbûyî de, hem di dema şoreşê û hem jî di pêvajoya azadiyê de, di têkoşîna medenî ya civaka Kurdistanê de rolek girîng hebûye. Ji bilî paraztina mafên jinan, di her warî de bi sedan jinên jêhatî perwerde kirine û van jinan di her warê jiyanê de xizmet û pêşengiya welêt kirine“.
Barzanî bal kişand ser wê yekê ku heta jin azad nebin û mafên wê bi tevahî neyên garantîkirin, civakek azad û pêşkeftî pêk nayê û got: “Ji ber vê yekê ez bi vê minasebetê carek din piştevaniya xwe ji bo têkoşîna jinan dubare dikim. Tevgerên li Kurdistanê divê piştrast bin ku ezê her dem di warê mafên wan de piştgiriya wan bikim”.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê di 11ê Kanûna 1952an de li Silêmaniyê hat damezirandin.