Nivîsar

Serok roja hilbijartinê diyar kir (21.09.2013)

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Piştî wê yekê bi piştbestina bi birgeya (2) li maddeya (10) û maddeya (4) ê yasaya Serokayetiya Herêmê hejmara (1) a sala (2005) ê hemwarkirî û pabendbûna bi bingehên demokratiyên sîstema siyasiya Herêma Kurdistanê li rêkefta 08.04.2013 de bi nivîseke fermî min komîsyona bilinda hilbijartinan agahdar kir ku pêwîste amadekarî ji bo sazkirina hilbijartinên Serokê Herêm û Parlemena Kurdistanê bikin. Li roja 16.04.2013 komîsyona bilinda hilbijartinan bi nivîsa hejmar (X13490) bi erênî bersîva nameya min daye û amadehiya xwe ragihand ku dikarin li demên di navbera (05 Îlola 2013) heta (5 Tişrîna Yekema 2013) li her rojek da bê hilbijartinên Serokê Herêm û Parlemena Kurdistanê birêve bibin.

Li gor wê desthilata li yasaya Serokayetiya Herêmê daye me û li berçav girtina amadehiya komîsyonê, bi fermanekî Herêmî min biryar da roja şemiya rêkefta (21 Îlon 2013) wekî roja sazkirina her du hilbijartinên Serokê Herêm û Parlemena Kurdistanê bê diyar kirin. Daxwaz ji aliyê pêwendîdaran dikim hemû amadekariyên pêwîst bikin, ji bo ku hilbijartinekî şaristanî û azad bête encamdan û nabê tu aliyek bi tu awayekî dest bixe nav karubarê serpereştiyarên pêvajoya hilbijartinê.

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

18.04.2013

 

Back to top button