Cîhan
Sadr: Îsraîl wê her tim dijmin bimîne

Muqteda Sedr ji ber agirbesta demkî ya li Xezzeyê Hamas pîroz kir û got ku Îsraîl wê her tim dijmin bimîne.
Hamas û Îsraîl di 22ê Mijdarê de bi navbeynkariya Qeter û Misrê li hev kiribûn ku ji bo alîkariyên mirovî û pevguhertina girtiyan li Xezzeyê agirbestek demkî ragihînin. Agirbest danê sibê ket meriyetê.
Serokê Tevgera Sedr Muqteda El-Sedr di daxuyaniyekê de agirbesta Hamasê pîroz kir û ragihand ku ev agirbest serkeftina Berxwedana Filistînê û Hamasê ye.
Sadr, di peyama xwe ya medya civakî de got: “Îsraîl wê her tim dijminê sereke bimîne û têkiliyên bi Îsraîlê re qet normal nabe. Hêvîdarim ku aştî berdewam be û tawanên terorîstî yên Îsraîlê bi zûtirîn dem bi dawî bibe. Emê hem di şer û hem jî di aştiyê de her tim piştgiriyê bidin Hamasê“.