Hewldidin sonda nijadperest şûnve bînin!

“Sonda Me” ya ku li dibistanên seretayî dihata xwendin, hatibû rakirin. Hinek aliyên siyasî ji bo ev yek yanî “Sonda Me” cardin sibaha bê xwendin, serî li dadgeha temize dan. Lê dadgehê ev daxwazî qebûl nekir û rê li ber cardin xwendina “Sonda Me” venekir.
Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Edeneyê Îsmaîl Konçuk ku di dema Serokatiya Sendîkaya Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê de doz vekir, doza “Sonda Me” bir Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Serlêdana parêzerê Konçuk Ugur Tarhan bi îdiaya “Ji ber îdiaya binpêkirina mafê dadgehê di demeke maqûl de nehat qedandin” û nehat qebûlkirin. Tarhan li dijî vê biryarê derket. Îsmaîl Koncuk got, “Ez dest ji vê dozê bernadim. “Piştî ku rêyên hiqûqî yên navxweyî yên li Tirkiyeyê qediyan, ez ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidim.”
Koncuk di vê derbarê de, daxûyaniyek da rojnemevana Sözcuyê Saygı Ozturk û got:
“Dadgeha ku ewil der barê sonda me de biryar da, li ser îtîrazê bi gotina ‘rêveberî xwedî hêza îradeyê ye’ biryar betal kir. Divê em bipirsin, dema ku we biryar da, îradeya rêveberiyê nebû? Ev rewş nîşaneya zexteke zelal a siyasî ye. Min doz bir Dadgeha Destûra Bingehîn. Komîsyona Duyemîn a Dadgeha Destûra Bingehîn li gorî min biryarek skandal da. Doza me bi dozên din re tevlihev kir, îdia kir ku rêyên navxweyî nehatine qedandin, belge li ber çavan girtin an jî qet hewce nedît ku lêkolînê li wan bikin û dosyaya ku me vekiribû bêyî ku ji komîsyonê re bişînin vegerandin. Me îtîrazê biryarê kir. Em hêvî dikin ku Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn birêz Zühtü Arslan mudaxeleyî vê biryara Komîsyona Duyemîn bike û sererastkirina wê bike. Ger em nekarin encamekê bi dest bixin, em ê bi her awayî hewl bidin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.”
Rojane ev sonda ku nijadperesteiyeka mezine, li dibistana bi zarokên Kurda dihata gotin. Zarokek ku, zimanê Tirkî nizanibe dema dest dibistanê dikir, her sibeh ji berî bikeve avahiya dibistanê de ve sond dixwar. Ji aliye hukumeta AK partiye ve hate rakirin, lê di serî de CHP û partiyên nijadperest ev yek danequrtandin û heta wek vê gavê jî rêya digerin cardin vê sonda nijadperest bi zarokên Kurda bidin xwendin.
“Sonda Me”
Ez Tirkim, rastim û jîrîm
Rêbazamin: Biçûkên xwe biparêzim, rêzê li mezina bigrim,Ji xwe zêdetir ji welat û miletê xwe hez bikim.
Îdeala min: Bilindbûn û pêşveçûne.
Ey Ataturkê Mezin!
Ez sond dixwim ku ez ê li ser rêya ku te vekir û armanca ku te nîşan da, berdewam bimeşim.
Hebûna min qurbana hebuna Tirkan be
Ew bexteware ku yê dibêje ez Tirkim!