Civak

Şuanî: Xelkê Kerkûkê dizanin ku ev hilbijartin ji bo paşeroja bajêr e !

Li Iraqê roja 18.12.2023ê hilbijartinên parêzgeha têne kirin. Di vê çerçovê de li Musil û Kerkûkê jî hilbijartin çêdibin. Wek tê zanîn PDK pişti referanduma serxwebûna Kurdistanê û taybetî piştî rûdana xiyaneta 16ê Cotmehê PDK encama xiyanetê terka Kerkûkê kirin. Hêzên Iraqî û Milisên Heşda Şeibî ketin nava Kerkûkê û bi sedan Kurd qetil kirin û destdanîn ser avahîyên PDKê jî. Gelek zordarî li Kurda hate kirin û bi dehê hezaran Kurd ji Kerkûkê derêxistin.

Lê mixabin aktorên xiyaneta 16ê Cotmehê, bê qeyd û merc li Kerkûkê vegeriyan û di bin siha desthilata Iraqê de karên xwe kirin. PDK ji bo vegera xwe ya li Kerkûkê gelek merc danin û da xûyakirin ku, eger ew Ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind nekin venagerin.

Piştî gelek hevdîtina PDKê biryar da vegerê û tevlî hilbijartinên herêmî bibe. Niha kampanya propagandeya hilbijartinên parêzgera destpêkiriye û PDK jî bi kandîdatên xwe di nava çalakiyekî de ne.

Berbijêra jimare 12 ê ya lîsteya 197ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo encûmena parêzgeha Kerkûkê di daxûyaniyekî de ragihand: “Kampanyaya lîsta 197 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê berdewam e.

Berbijara jimare 12 ya lîsta 197 ya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo civata parêzgeha Kerkûkê, Arzû Cebar Şuanî di daxûyaniya xwe de dibêje: Bila em hewla xwe bidin ku bi qasî deng û kursîyan li Kerkûkê bi dest bixin, ji ber ku. Kurd li wir piranî ne, ji ber wê jî em spasiya xelkê Kerkûkê dikin ku bi awayekî baş pêşwaziya me kirin û xelkê jî bi awayekî bi bawerî pêşwaziya me kir û vegera PDKê ya Kerkûkê dilxweşin.

“Li gor pêşwaziya germ ya ku em tê de, tê çaverêkirin ku Kurd bi taybetî PDK vê carê gelek deng û kursiyan bi dest ve tîne, ji ber ku xelk di wê baweriyê de ye ku ev hilbijartin ji bo paşeroja Kerkûkê diyarker e.

Gelek caran tê gotin ku PDK dê li derveyî Kerkûkê karnavalan li dar bixe, ji ber ku kurdên Kerkûkê li ku derê bin em li wir in û em dixwazin biçin cihê gelê me û xwe bi wan bidin naskirin. .

Back to top button