Netanyahu: Wê şer bidome

Piştî peymana Îsraîl û Hemasê banga agirbestek mayînde zêde bû. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu got ku piştî peymanê wê şer bidome.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got: “Piştî ku peymana pevguhertina rehîneyan a bi Hamasê re bi cîh bê wê şer berdewam bike”. Netanyahu di civîna çapemeniyê de li Tel Avîvê axivî û diyar kir ku “heta Îsraîl negihêje armancên xwe wê pevçûn berdewam bikin”.
Rojnameya Jerusalem Post ji devê Serokwezîr weha got: “Êdî Xezze wê ji bo Îsraîlê nebe tehdîd. Emê hem li başûr hem jî li bakur ewlehiyê vegerînin. Em bi ser dikevin û heta serketina dawî emê têbikoşin”. Li gor rojnameyê, Netanyahu bal kişandiye ser wê yekê ku lîderên Hamasê dikarin li derveyî Xezzeyê jî bibin hedef û got: “Ferman daye Mosadê ku li dijî serokên Hamasê li her cîhî tevbigerin”.
Serokwezîrê Îsraîlê got ku pevguhertina rehîneyan a bi Hamasê re “biryarek dijwar lê rast e. Netanyahu vegerandina rehîneyan ji bo welatê xwe wek erkek exlaqî nirxand û got ku divê hemû rê ji bo azadkirina rehîneyên di destê Hamasê de bên seferberkirin.