Li Hewlêrê 12 hezar şitil hatin çandin

Li bajarê Hewlêrê di çarçoveya “Projeya Nefesa Pêşerojê” ya Tirkiyê de, ji aliyê Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyê ve 12 hezar şitil hatin çandin.
Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanö Begerd Talabanî, Waliyê Hewlêrê Ûmît Hoşnav, Serkonsolê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mewlûd Yakut û Wezîrê berê yê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehmet Mehdî Eker beşdarî çalakiya çandina şitilan bûn.
Serkonsolos Yakut di daxuyaniya xwe ya li vir de diyar kir ku di têkoşîna li dijî germahiya global de daristan rolek girîng dilîzin.
Yakut da zanîn ku li ser vê têgihiştinê ji sala 2019an û vir ve di çarçoveya “Projeya Nefesdayîna Pêşerojê” de ji bo paraytin û birêvebirina domdar a daristanên li Tirkiyê 11ê Mijdarê Roja Daristanan a Netewî hatiye îlankirin.
Yakut bi bîr xist ku her sal di 11ê Mijdarê de li seranserê welêt xebatên çandina şitilan tên lidarxistin û diyar kir ku di vê çarçoveyê de heta niha zêdetirî 27 milyon dar hatine çandin. Yakut diyar kir ku ev kampanya ji sala 2020an vir ve bûye xwediyê karakterek navnetewî û got: “Ev xebatên daristanan li welatên cuda hatin kirin. Di vê çarçoveyê de me xwest em vê projeyê di qada erka xwe de berfireh bikin. Bi hevkariya Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê di qonaxa yekem de me derdora 12 hezar şitil ji Tirkiyê anîn vir”.
Yakut diyar kir ku li Hewlêrê li gor şert û mercên avhewa û axê darên hinarên sor û hinarê şîn anîne û destnîşan kir ku wê ev pêvajo bidome. Yakut di dawiyê de got: “Armanca me ew e ku di çarçoveya derfetên xwe de ji bo Hewlêrek kesk tevkariyê bikin. Têkiliyên di navbera Tirkiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de helbet piralî ne û hevkariya me di gelek waran de berdewam e. Em dikarin hawirdorê jî têxin nav vê yekê. Bi çandina şitilan em îro li vir carek din berpirsyariya xwe ya li hember xweza û jîngehê radigihînin”.