Polîtîk

Barzanî: Em careke din bindestiyê qebûl nakin

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Luis Alaya‌ Serokê Sosyalîst Enternasyonal (Socialist International) û şanda pêre kir.

Li destpêka hevdîtinê de Serokê Sosyalîst Enternasyonal xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî û serdana Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wan pêşketinan ku li hemû waran da bi taybetî li warê siyasî, aborî, civakî, mafê jinan û azadiya raderbirîn li Herêma Kurdistanê pêkhatiye û got: Ev pêşketinên Herêma Kurdistanê li navçeyê da kêm tê dîtin. Her wiha behsa li biha û girîngiya wan azadiyên li Herêma Kurdistanê kir, ku bi hêsanî nehatine holê, ji bo wê yekê parastina wê jî karekî ne hêsane û got: Pêşketinên Kurdistanê bi hewl û xebata serkirdeyên weku rêzdar Mam Celal û Serok Barzanî parêzgarî lê tê kirin.

Li mijareke dinê civînê de Luîs Alaya‌ Serok Barzanî ji naveroka biryarekî Kongreya Sosyalîst Enternasyonal ya di derbarê pêkanîna grûpa Kurdî li nav Sosyalîst Enternasyonal de agahdar kir, ku 25 partiyên siyasiyên Kurdî ji her çar parçeyên Kurdistanê pêkhatiye û armanca serekiya wê grûpê jî belavkirina doza rewaya Kurd û peydakirina piştevaniye li asta cîhanê da.

Her li vê civînê de Serokê Sosyalîst Enternasyonal behsa pêvajoya Iraqê kir û guman û metirsiyên xwe li hember paşaroja Iraqê û pekxistina pêvajoya demokrasiyê li vî welatî de derbirî û wê metirsiyê jî ji bo destêverdanên herêmî li kar‌ubarê Iraqê ve vegerand.

Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî bi germî bi xêrhatina Serokê Sosyalîst Enternasyonal û şanda pêre, destxweşiyê li pêkanîna grûpa Kurdî jî lê kir û bi hengavekî baş û erênî da zanîn û palpiştiya xwe jî ji bo serxistina wan hengavan dûpatkir û got: Em gelêkîn qedrê azadiyê dizanîn, ji ber ku me zulm û sîtemê dîtiye. Demokrasî û aramî pêvajoyeke dur û dirêje, karê berdewam û sebrê dixwazê.

Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser pêvajoya civakî û pêvajoya siyasiya li Herêma Kurdistanê da, ku bi berev rêyeke rast pêşve diçe. Eger kêmasiyek jî li vir û li wir hebê, lê belê îrade ji bo pirkirin û çareserkirina wan heye.

Di derbarê rewşa siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû kêşe û tengasî bi diyalog û hevdû têgihîştinê bêne çareser kirin û got: Eger ew kêşe û tengasî nehatin çareser kirin, em tu demekî ne amadene çûna jêrdestî, bindestî û asîmîlasyonê qebul bikîn.

Back to top button