Civak

Ereb û Turkmen dixwazin hilbijartina li Kerkûkê paşve bidin!

Ev hejdeh sal in hilbijartinên civatên parêzgehan li Kerkûkê nehatine kirin. Di vê demê de du caran hilbijartinên civatên parêzgehan li bajarên din ên Îraqê hatine kirin lê li Kerkûkê Ereb û Tirkmenan bi behaneyên cuda cuda rê li hilbijartinan girtiye. Ew niha jî dixwazin careke din hilbijartinan paş bixin, bi wê behaneyê ku tomara dengderan bê sererastkirin.

Seqayê hilbijartinan li wan cihên ku Ereb û Tirkmen lê hene sar e ji ber ku Ereb û Tirkmen ji bo paşxistina hilbijartinan kar dikin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Bereyê Tirkmen Mardîn Kok Qaye ji K24ê re ragehand, “me ragehandinek hebû, li destpêkê em daxwazê ji Komisyona Hilbijartinan a Îraqê dikin ku tomara dengderan sererast bike, gelek nav hatine zêdekirin. Eger çi neyê kirin, em dê li Dadgeha Bilind a Îraqê skalayê tomar bikin”.

Lê seqayê hilbijartinan li tax û deverên Kuran li Kerkûkê heta astekî germ e. Kurdan amadekariyên temam kirine û qebûl nakin hilbijartin bên paşxistin.

Ji aliyê xwe ve Rêpêdayê lîsta PDKyê li komisyonê Saman Reşîd ji K24ê re got: Ev bizav hebûye, dixwazin hilbijartinên civatên parêzgehan li Kerkûkê neyên kirin, herwesa dixwazin ev rewş bi vî rengê niha berdewam be.

Herwesa got: Di eynî demê de em vê rewşa ku çê bûye bi hemî rengan şermezar dikin. Em bizavê dikin bi rêya hilbijartinên demokrat û medenî vê rewşê biguherin, wekî berê vegerînin û vî parêzgerê ku bi zorî hatiye sepandin biguherin.

Biryar e ku li roja 18ê Berçileya 2023ê hilbijartinên civatên parêzgehên li Îraqê bên kirin ku ji 2005ê ve ev gera yekê ya hilbijartinên civatên parêzgehan e li bajarê Kerkûkê dê bên kirin, ku tevaya lîst û aliyên cuda cuda yên Kerkûkê li ser 15 kursiyên civata parêzgehê hevrikiyê dikin.

Ev hejdeh sal in bi behaneyên cuda cuda hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê nehatine kirin. Piştî vê dema dirêj, niha derfetek çê bûye ji bo hilbijartinan lê Ereb û Tirkmen dixwazin bi rêya Dadgeha Federal vê bizavê nehêlin û careke din hilbijartinan paş bixin.

Back to top button