Turk: Li Kurdistanê pêwîstiya me bi tifaqan nîne

Li Enqereyê HEDEPê bi nave “Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk“ konferansek li darxist. HEDEP di vê konferansê de hewlda xeletiyên ku di hilbijartinên giştî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê de kirîn bi awayekî, bê ku li xwe mikur were , di hilbijartinên herêmî de neke. Ya herî girîng cardin behsa Tifaqên Hilbijartina kirin.
Wek tê zaniên HDPê di hilbijartinên şeredariyên di sala 2019ê hatîn kirin de ,li hinek bajarên mezinên Tirkiye li gel CHPê û IYI Partiyê Tifaqî Nehînî kir. Li gora vê tifaqê ; dê HDP pişgiriya kandîdatên CHPê bike û li himber vê dê hinek hevalên xwe şeredariyan de bike kar û hinek ihaleyan ji bo hevalbendên xwe wergire. Lê li gora li hevhatina HDP û CHPê,diviya tu cara ev tifaq nehata eşkerekirin.
Herweha di hilbijartinên serokkomariya 2023ê de pêkhatin jî, HDPê li gel CHPê tifaq pêkanî ku pişgiriya serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bikin. Li himber vê yekê jî gelek soz dabûn HDPê. Berpirsên PKKê rojane ji bo pişgiriya Kiliçdaroglu daxûyanî li dûv daxûyaniya radigihandin. Lê Kiliçdaroglu serneket û ev babet bû sedema ku di nava HDPê de gelek gotubêj bêne kirin. Ji berk u PKK di van hilbijartinan de deng winda kirin û cara yekem bû ku, di nava refên partiyên ku PKKê ve girêdayî nexweşiyek vekirî derket hole. Herweha cara yekem bû ku deng winda kirin. Eger di hilbijartinan de kandîdatên parlementoyê yên Ak Partiyê li hemî deverên Kurdistanê serastbûna û çewtiyên mezin yên vê partiyê nebûna, ihtimala PÇK(Partiya Çap a Kesk) behtir deng winda kirîbûna gelek bû.
HDPê xwe tevlî Partiya Çep a Kesk kir û piştî hilbijartina vê partiyê jî kongereyek kir û nave xwe kir HEDEP. Ji xwe ew çi navî li xwe bikin tiştek nayê guhertin û her aktorên ku biyarê didin wek xwe ne.
Li Enqere di “Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk“ de Ahmet Turk jî axavtinekî dike û kaşo rota siyaseta HEDEPê di hilbijartinên herêmî de dide kifşkirin. Turk dibêje: “Bi rastî gelek zordestî li ser gelê Kurd hene. Hûn baş dizanin îpotek danine ser îradeya gel lê armanca me ew e ku tevî vê yekê gelê me li nasname xwe, li siyaset û partiya xwe xwedî derkeve.” Ev gotinên klasîk yên berpirs û aktorûn li pêş yê siyaseta PKKê ne.
Berdewamiya axavtina xwe de Turk dibêje: “Li Kurdistanê em tifaqan nakin ji ber ku pêwîstiya me bi tifaqan nîne lê li aliyê Tirkiyeyê em dê tiştên vekirî bimeşînin. Eger partî û siyaseta me nas bikin û alîkariya gelê Kurd qebûl bikin em dikarin tifaqan bikin. Divê tifaq vekirî bin û hemû dinya bizane. Em partiyeke siyasî ne, divê me wekî partiyeke siyasî nas bikin û li gorî wê nêzîkî me bibin.”
Turk vekirî dibêje ku dema ji mere lazimbe emê tifaqên kaşo Kurdistanî bikin. Lê niha ne hevceye.
Li Kurdistanê ji xwe hinek tifaq bi hinek aliyên Kurdare kirine. Tu naverokek siyasî ya van tifaqa tuneye. Tenê li himber hinek parlementer yan jî şeredariya partiyên din nêzikî xwe kirine û ew kirine di bin baskên xwe de. Vê yekê dikin ku ji bo tu dengek ji bilî wan dernekeve.
Gerek Kurd bizanibin berê HEDEPê, PKKê û Turk bi temamî li Tirkiye ye. HEDEP niha li gel AK Partiyê jî û li gel CHPê jî cardin hevdîtinên nehînî ji bo hilbijartinên şeredariya dike. Ev yek tê zanîn, niha aliyên Tirk, çep û kemalistên di nava HEDEPê de ji pêwendiya ku li gel Ak Partiyê tê kirin de gelekê ne rihetin û ev bûye sedemê nexweşiyekî di nava HEDEPê de.
Vêca gerek bê zanîn ku, hestiyê siyaseta HEDEPê tuneye. Di eslê xwe de gerek ji HEDEP û van rêxistinên ku girêdayî PKKê ji siyaseta PKKê cuda neyên nirxandin.
Pirsek din heye ku, mixabin medya başûrê Kurdistanê ji bo propagandeya HEDEPê di nava çalakiyek balkêş de ye. Sedemê vê çiye ? ev cihê minaqeşeyek berfirehe.
Nûçe/Analîz