Rojevakurd: Platforma azad, neteweyî, deşîfrekirina derewên PKKê ye
Hevalên Hêja, ez pirsa we bi kêfxweşî bersîv dikim. Lewra Rojevakurd ji bona min û ji bona hemû kurdên neteweperest rojname û malpereke hêja û girîng e. Ez ji bona Rojevakurd jiyaneke dirêj daxwaz dikim.
Îbrahîm GUÇLU
Wek tê zanîn û tê pejirandin ku çapemenî, di jiyana neteweyan û dewletan û civatan û gelan de xwediyê roleke gelek girîng e. Wek Jürgen Habermas jî diyar dike, ji bona çêkirina raya giştî çapemenî yanî rojname û kovar, xwediyê roleke girîng û sereke ne. Çapemenî, di raya giştî de dibe sedeme çanda nirxandin û rexne û rasyonalîzmê û plûralîzma fikrî. Rojname û kovara ev rola di sedsala 17an û 18an de lêhîstin. Piştî wan sedsalan jî rola çapemeniyê girintir û xurttir bû. Şik tune ye ku çapemenî gelek rengîn bû. Radyo û telewîzyon û ajans û rojnameyên înternetê û telewîzyonên on line jî bûn enstrumanên çapemenî.
Helbet çapemenî ji bona neteweya kurd û me kurdan hîn girîngtir e. Lewra neteweya kurd, xwediyê dewlet nîne, fikir afirandina kurdan bi azadî gelek zehmet e. Loma jî ronîbûn û şiyarbûna kurdan him zehmet û him jî xeter e. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê tunebûn û înkariya kurdan û neteweya kurd wek siyaset û îdeolojiya dewletê tê pejirandin, rewş hîn zehmetir e. Loma jî çapemeniya kurd sîstematîk qedexe bûye. Her çiqas li Kurdistanê dem-dem kovar û rojnameyên Kurd dest bi weşanê kiribin jî, di kovar û rojnameyan de bi azadî fikir afirandin gelek zehmet e û bi cizayê giran ve rû be rû dibe. Ew rewşa jî di şiyarbûna neteweyî de dibe sedema kêmasiyên mezin.
Çapemeniya kurd pêşî wek kovara û rojnameyan, pişt re bi riya rojnamegeriya întermetê û telewîzyonan bi azadî dest bi jiyanê kir. Rojeva kurd jî yek rojnameya înternetê ye. 15 sal in ku jiyana xwe didomîne. Di destpêkê de dikarim bibêjim ku Rojevakurd ji bona 15 sale ku jiyana xwe didomîne, ew serkeftineke mezin e. Ez ji bona Rojeva Kurd jiyaneke hîn dirêj daxwaz dikim.
Rojeva kurd, platformeke azad e. Ji Azadiya fikir û azadiya xwe îfadekirinê û ji fikrê cûda re rêzgirtî ye. Ev helwesta di nav kurdan de gelek girîng e. Loma jî her nivîskar bi azadî fikrên xwe di Rojevakurd de tînin ser zimên û pêşkêşî raya giştî dikin. Ez jî nivîskarê Rojevakurd im. Hiç demekê di nivîsê min de sansûr çê nebû. Tu dem ji bona min ji aliyê berpirsiyarên Rojevakurd de çarçewek nehatiyê diyar kirin.
Rojave kurd, platforma fikrên dewlend û pirr rengin û fikrên plural e. Ew jî di ronîkirin û şiyarbûnê û wîzyon û perspektîf firêkirinê de rolekî gelek girîng dilîze.
Rojevakurd, platformeke Kurd-kurdistanî û neteweyî ye. Fikrên neteweyî di Rojevakurd de tên pêşkirin. Loma jî xizmetî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê dike. Nirxên neteweyî yên Kurd û Kurdistanê bi ortodoksî diparêze. Ji Ala Kurdistanê re û axa Kurdistanê re xwedî derdikeve. Hemû pêşketinên li çar parçeyên Kurdistanê diparêzê. Li dijî xeterî û xirabiyên li dijî her çar parçeyên Kurdistanê bi xurtî helwesta xwe nîşan dide. Yekîtiya Kurdistanê diparêzê .Serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna neteweya kurd diparêzê. Li hemberî rêxistinên Kurdistanê yên neteweperest bê teref e. Di derbarê hemû rêxistinên Kurdistanê de agahdariyan pêşkêş dike.
Rojevakurd, ji hemû beşên Kurdistanê nûçeyên rojane bi mentalîteyeke neteweyî û însanî pêşkêş dike. Nûçe û nivîsên li dinyayê di derbarê Kurd û Kurdistanê de tên weşandin, pêşkêşî xwendevanên xwe dike.
Rojevakurd, mala û hêlîna hemû Kurdistanê Dewleta Federe ya Kurdistanê re xwedî derdikeve. Rêferandûma serxwebûna Kurdistanê re piştgirî kir. Encama refêrandûmê ji bona ku cî bi cî bibe dibe alîkar û her demê di rojevê de digre.
Wek tê zanîn PKKê wek proje û aparata dewletên kolonyalîst li dijî Tevgera Kurdistanê, nirxên û hêjayiyên Kurdistanê ne. Li dijî rêxistinên Kurdistanê ye. Ji bona ku Dewleta Federe ta Kurdistanê ji holê rake bi dijminên kurdan re di nav tîfaq û hewildanekê de ye. Vê xirabiyên xwe di çapeniyê de de gelek aşkere diyar dike. PKKê derew û manîpûlasyon ji bona xwe kiriye çandekê.
Rojevakurd, li dijî xirabiyên PKKê bi xurtî xwediyê helwestekê ye. Di derew û manîpûlasyonên PKKê deşifrekirinê de xwediyê roleke girîng e. Di vê mijarê de tu wextekê oportunîzmê nîşan nade.
Rojevakurd bi wîzyona xwe ya nû gelek rengîn û balkêş û baş e. Bes divê navên nivîskaran di qûncikan de bên diyar kirin dê baş bibe.
Ez ji bona berpirsên Rojevakurd serkeftin dixwazim. Bila Rojevakurd temen dirêj be.
Diyarbekîr, 31. 10. 2023