Xelata Mîr Celadet Bedirxan dan Dr. Zerdeşt Haco
Yekem xelata ku li ser navê Mîr Celadet Bedirxan tê belavkirin, dan Dr. Zerdeşt Haco.
Merasîma xelatdayînê Li bajarê Dresdenê yê Almanyayê bi çêbû.
Forûma Almanî-Kurdî biryar dabû ku yekem Xelata Mîr Celadet Bedirxanî bidin Dr. Zerdeşt Haco. Forûmê “ji bo xebat û lêkolînên wî yên zanistî yên di derbarê pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî de” ev biryar wergirtibû.
Alîkarê Serokê PENa Navneteweyî Prof. Terry Carlbom beşdarî merasîma xelatdayînê bû û gotarek pêşkêş kir.
Dr. Zerdeşt Haco di merasîmê de got: “Dema mirov xebata xwe ji dil bike, ne ku ji bo navê xwe bike bêhtir dixwaze ew têkoşîna wî ji civaka wî re bibe berhemek giştî. Ji ber vê yekê ez ji wê yekê bawer dikim ku kesên vê xebatê dikin haya wan ji wan nîne. Te hin dît ku yek ji nişka ve hat û got emê xelatê bidin te. Ev cihê şaneziyeke mezin e. Eger bên bibêjin me xebatên te li ber çavan girtine û me dîtiye tu vê têkoşînê dikî û em jî dixwazin te xelat bikin, bi taybet xelata kesekî wek Mîr Celadet Bedirxan ji bo min cihê şaneziyê ye”.
Dr. Zerdeşt Haco kî ye?
Zerdeşt Haco sala 1950an ji dayik bûye. Li Almanyayê dijî. Serokê PENa Kurd a Ewropayê bû.
Dr. Zerdeşt Haco ji sala 1970an ve li Almanyayê dijî û wî doktoraya xwe li Zanîngeha Berlînê ya Azad di warê zimannasî û zimanên Hînd û Îranî de kiriye. Haco di navbera salên 1997 – 1999an de 2 salan sekreterê giştî û ji sala 1999an heta 2013an jî 13 salan Serokê Navenda PENa Kurd bû.