Civak

Li Tirkiyê 1,5 milyon keç û jin ji xwendin û nivîsandinê mehrûm in

Li gor daneyên TÛÎKê, di nifûsa 15 salî û mezintir de 1 milyon û 501 hezar û 903 keç û jinên nexwendewar hene. 44 hezar û 115 keç û 56 hezar û 17 kurên di navbera 6-15 salî de nexwendewar in.

TÜİKê lêkolînek bi navê “Nîşaneyên 100 salî” amade kir ku îstatîstîkên bingehîn ên sala 1923an heta niha tîne cem hev.

Li gor vê yekê heta dawiya sala 2022an ji 65 milyon û 26 hezar û 277 nifûsa 15 salî û mezintir milyonek û 726 hezar û 445 kes nexwendewar in. Ji van 224 hezar û 542 kur û mêrên mezin, milyonek û 501 hezar û 903 jî keç û jin in.  Rewşa 741 hezar û 113 kesan nayê zanîn.

Ji kesên ku rewşa wan nediyar e 347 hezar û 726 xort û mêr, 393 hezar û 387 jî keç û jin in. Li gor par rêjeya xwendin û nivîsandinê ji sedî 97.3 ye. Rêjeya ji bo xort û mêrên mezin ji sedî 99,3, ji bo keç û jinan ji sedî 95,3 ye.

Rêjeya nexwendewariyê ji sedî 2.7 ye, ev rêje ji bo xort û mêrên mezin tenê 0.7 û ji bo keç û jinan jî 4.7 e.

Di lêkolînê de daneyên xwendin-nivîsandinê yên ji bo nifûsa 6 salî û jortir jî li ser bingeha zayendî hatine dayîn.

Li gor vê yekê, heta sala 2022an hejmara kur û mêrên 6 salî û jortir ên nexwenda 280 hezar û 559, hejmara keç û jinan jî milyonek û 546 hezar û 18 e.

Back to top button