Parêzera Armîtayê hate binçavkirin
Keça Kurd Armîta Girawend a 16 salî wek Mahsa Jîna Amînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hat girtin û di encama lêdan û êşkenceyan de hat kujtin. Hat ragihandin ku di merasîma cenazeyê Armîta Girawend de parêzer û mafparêz Nesrîn Sotudeh bi êşkenceyê hatiye binçavkirin.
Armîta Girawend (16) ji Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, 1ê Cotmehê bi hinceta ku serê xwe negirtiye, ji aliyê polîsên exlaqê ve li Tehranê hat binçavkirin û zêde êşkence lê hat kirin.
Armîta ya ku ji ber êşkenceyê ket komayê, piştî 28 rojan 28ê Cotmehê di nexweşxaneyekê de li Tehranê jiyana xwe ji dest da.
Malbata Armîtayê xwest cenaze li Kirmaşanê veşêre lê meqamên Îranê nehişt.
Cenazeyê Armîtayê roja Yekşemê li Goristana Beheştî Zera ya li Tehranê bi merasimek girseyî hat veşartin.
Di merasima cenaze de gelek kes hat binçavkirin. Hat zanîn ku parêzer û mafparêz Nesrîn Sotudeh jî hatiye binçavkirin.
Hevserê wê Reza Handan daxuyanî da AFP û got: ‘’Hevsera min di merasima cenazeyê Armîta Girawend de hat binçavkirin û lêdan xwar’’.
Nesrîn Sotudeh (60) sala 2012’an liyaqê xelata mafê mirovan Sakharovê hat dîtin û salên dawîn gelek caran hat girtin.