Civak

Keçên Kurd bi rêya înternetê tên firotin

Terorîstên çeteya DAÎŞê di êrîşa ser Şengalê de bi hezaran zarok, keî û jinên Kurdên Êzdî revandibûn. Gelek ji wan hatin rizgarkirin, gelek jî heta îro nehatine dîtin.

Çawa ku Filistînîyan di komkujîya Enfalê de alîkakrîya Saddam kirin û bi hezaran jin û zarokên Kurd revandin, firotin û winda kirin, DAÎŞê jî heman tiştê hovane kir.  Herî dawî keçek Kurd a Êzdî li Tirkîyê di destê yekî DAÎŞî yê Tirk de derket holê. DAÎŞÎ yê Tirk keça Kurd bi rêya înternetê derxistibû ber firotinê û hovîtîyek nemirovane kir.

Piştî nerazîbûn û şermezarîyan, walîtîya Enqerê mecbûr ma dest bavêje bûyerê û ragihand ku wan Tirkê DAÎŞî Sabbah Alî Oruç desteser kirine û keçik rizgar kirine. Lê sosreta mezintir piştre derket holê. Eşkere bû ku rayedarên dewletê keça Kurd a Êzdî dîsa li malbata DAÎŞî vegerandine û keçik radestî wan kirine.

Piştî derket holê ku rayedarên dewletê keçik radestî malbata DAÎŞî kirine, bertekên li hember vê sosretê berdewam kirin. Piştî bertekan, Walîtîya Enqerê û Wezareta Malbatê daxuyandin ku keça Kurd a Êzdî ji balbatê hatiye stendin û ketiye bin paraztina dewletê.

Tirkîye ji destpêka terora DAÎŞê de mazûrvanîya terorîstên DAÎŞê kiriye û îro jî dike. Li Tirkîyê bi sedan DAÎŞî yên brîndar hatin dermankirin û îro bi hezaran DAÎŞÎ li Tirkîyê tên paraztin û li gelek bajarên Tirkîyê perwerdeya leşkirî dibînin. Her çiqasî car caran operasyon li wan tê kirin û çend endamên DAÎŞê tên girtin jî, ev tenê ji bo bêdengkirina awira giştî ye.

Bi vê bûyera keça Kurd a Êzdî eşkere bû ku di destê DAÎŞî yên Tirk de hê gelek keç û jinên Kurd hene û dibe ku piranîya wan jî li Tirkîyê di malên DAÎŞî yan de girtî û veşartî ne.

Back to top button