Girtîyên Sîncanê: Zimanê Kurdî qedexe ye

30 girtîyên li Girtîgeha Jimare 1 ya Sîncanê di nameya ku ji CÎSSTê re şandin de binpêkirinên mafan nivîsandin. Girtîyan diyar kir ku pirtûkên Kurdî nayên dayîn, stranên Kurdî û govendên Kurdî qedexe ne.
30 girtîyên ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Sîncanê binpêkirinên ku li girtîgehê tên jiyîn nameyek nivîsandin û ji Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Cezayê re şandin(CİSST).
Girtîyan diyar kir ku saetên hewayê pir kêm in, hewa genî ye, korîdorên girtîgehê qirêj û nehatine pakijkirin, xwarin jî ne tendurist, ne bi kalîte û kêm e.
Girtîyan diyar kir ku pirtûkên Kurdî yên ku ji wan re hatine şandin nedane wan û ji bo wergêrekî pere ji wan hatiye xwestin û gotin ku di heman zerfê de şandina zêdeyî nameyekê qedexe ye, nikarin bersiva wan bidin, daxwaznameyên wan nayên şandin û di hefteyê de tenê saetekê dikarin ji bo çalakîyên werzîşê derkevin derve.
Girtîyan di nameyê de diyar kirin ku di tevlêbûna çalakiyên civakî de cihêkarî heye, hejmara qenalên televîzyonê kêm in, radyoya FM nayê dayîn, saetên temaşekirinê bi saetekê hatiye sînorkirin û neçar mane ku ji kantînê malzemeyên pakijîyê bikirin.
SIRANÊN Û GOVENDA KURDÎ QEDEXE YE
Her wiha girtîyan ragihandin ku li girtîgehê stranên Kurdî û govenda Kurdî qedexe ye û girtîyên ji sûcên cuda di heman astê de tên ragirtin û daxwaza guhertina mezela (odeya) wan hatiye redkirin.


