Şerê Israîlê -Hamasê; Dewleta Kurdistanê û Filîstînê
Dewletên Kurdistan kirine kolonî û îşgal kirine (Dewleta Tirk, Dewleta Iraqê, Dewleta Suriyeyê, Dewleta Îranê) jî dewletbûna Filîstiniyan diparêzin û ji bona Filîstiniyan bi çalakî xebat dikin.
Îbrahîm GUÇLU
Hamasê, di 7ê Cotmeha 2023an de, gelek aşkere ye ku bi piştgiriya Dewleta Kolonyalîst ya Îranê, bi awayekî gelek hovana û terorîstî, encameke amadekariyeke mezin êrîşî îsraîlê û Yahûdiyan-Mûsewiyan kir. Hezar Yahûdî û Emerîkanî kûştin, bi sedan jî Yahûdî û Emerîkanî dîl girtin.
Ev tevgereke mezin ya terorîst û provokator bû. Armanc ew bû ku li Rojhilatê Navîn u li dinyayê kaosek çê bibe. Di armanca xwe de jî serkeftî bûn.
Dema ku Hemasê êrîşî Dewleta Israîlê û Yahûdiyan kirin, ew amade nebûn. Lewma jî piştî êrîşa Hamasê ji zeafiyete îstîxbarat û Dewleta Îsraîlê di nav Yahûdiyan de û li dinyayê hat gengeşî (minaqeşe) kirin.
Hamasê û Îranê jî baş dizanî ku li hemberî êrîşa hovane ya û terorîst, Dewleta îsraîlê jî dê gelek hovane êrîş bike. Lewra tê zanın ku Dewleta îsraîlê Dewleteke gelek xurt e û navenda dewletên rojava ye û li hemberî êrîşa Hamasê ya terorîst û hovanê dê piştgiriya Dewleta Îsraîlê bikin.
Tê zanîn k u di heman dem de Dewleta Îsraîlê li hemberî stratejiya beşekî mezin yên Filîstiniyan û Misılmanan ku dixwazin Dewleta Îsraîlê ji holê rakın û Yahûdiyan-Musewiyan ji Rojhilatê Navîn dûr bixin, di teyakûzekê de ye.
Lewma jî Îsraîlê heman rojê nebe jî û roja duyemîn êrişeke mezin li Gazzeyê kir. Ew êrîşa Dewleta Îsraîlê dom dike û encamên gelek nexweş û trajîk jî derdixe holê.
Ew trajediya dom dike û bi hezaran siwîl tên kûştin û tewanên însanî tên holê.
Îsraîl di vê qonaxê de şerê hewayî dom dike. Xwediyê biryare ku dest bi şerê reşayî bike. Armanca Dewleta Îsraîlê xûya dike ku Hamasê tasfiye bike û Gazzê jî îşgal ûîlxak bike. Êrîşa Hamasê jî, ji bona Dewleta îsraîlê derfeteke mezin ji bona vê yekê derxist holê. Wê encama çewa bibe, ew jî dê di rojên pêş de diyar bibe.
Diyar bû ku Hamasê dema ku êrîşî Dewleta Îsraîlê kir, îradeya Filîstiniyan bi tevayî temsîl nedikir. Serokê Filîstinê Mehmûd Abbas jî ev yeka diyar kir. Lê hezar mixabin di destpêkê Dewletên Misilman û tevayî Misilmanan êrîşa Hamasê şermazar nekirin û negotin ku “heqê Hamasê tune ye ku êrîşî Dewleta îsraîlê bike.” Ji êrîşa Hamasê re xwedî derketin. Wê demê şer bû şerê Dewleta îsraîlê û Rojava û Emerîkayê û Dewletên Misilman û Misilmanan..
Dewletên Misilman piştî ku bûn beşek ji Şerê Hamasê, ev car ji Dewletas Îsraîlê daxwaz kirin ku bila şer bide rawestandin. Diyar bû ku Dewleta Îsraîlê ev nêrîna nedida ber çav û nade ber çav ji. Loma jî ez di wê baweriyê de me ku ev şera dê dirêj bajo. Xeterî heye ku şer bibe Şerê Rojhilatê Navîn û Şerê Cîhanî yê 3emîn.
Encaman hemû şaran û bi taybetî jî 2 Şerên Cîhanî ji bona însanetiyê bû bedeleke trajediyek û wendakirneke mezin. Hîç şik tune ye ku ev şera jî dê zirarê bide hemû gelên dinyayê û Dewletan.
Ev şera dikare ku ji nûve “Projeya Mezin ya Rojhilatê Navîn (BOP)” bîne holê. Gelek dewletên dagirker û îlxakkar dikarin parçe bibin. Divê ku parçe jî bibin. Piştî ev trajediya mezin divê Dewleta Îranê, Dewleta Federal ya Iraqê, Dewleta Sûriyeyê û Dewleta Tirk parçe bibe. Ji van parçebûnan Dewleta Kurdistanê ava bibe. Ev jî mafên neteweya kurd e.
Tê zanîn û dîrok jî şehîd e ku Kurd 200 sal in ku ji bona dewleta xwe di nav sînorê du împeratoriyan û 4 dewletên kolonyalîst de şerê dewletbunê didomînin. Lê Kurdan nikarî dewleta xwe encama tîfaqa dewletên Kolonyalîst û dewletên dinyayê yên mezin yên emperyalîst yên çep û rast, ava bikin. Dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan, ji Dewlat Kurdistanê ya Mahabadê (1946) re, ji Otonomiya Başûrê Kurdistanê (11ê Adara 1970yî) re û ji encama refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê re jî tehemmul nekirin, ji bona rîxandina wan êrîşker bûn û neteweya kurd bi dehan caran bi qetlîameke jenosîdî re rû be rû kirin.
Divê kurd û bi taybetî Dewleta Federe ya Kurdistanê ji encama vî şerî re amade bin.
Hemû netewe xwediyê maf in ku dewleta xwe ava bikin. Kurd û Filîstîn jî xwediyê maf in ku dewleta xwe ava bikin. Hemû dinya û dewletên Rohilatê Navîn jî, ji Dewleta Filîstîn re xwedî derdikevin û dewletbûna wan bi awayekî çalak daxwaz dikin. Dewletên Kurdistan kirine kolonî û îşgal kirine (Dewleta Tirk, Dewleta Iraqê, Dewleta Suriyeyê, Dewleta Îranê) jî dewletbûna Filîstiniyan diparêzin û ji bona Filîstiniyan bi çalakî xebat dikin.
Mixabin dinya bi tevayî û dewletên Rojhilatê Navîn li hemeberî Dewletbûna Kurdan bê deng in; dewletên kolonyalîst êrişker in jî.
Di sala 2017an de li Dewleta Federe ya Kurdistanê refêrandûma serxwebûna Kurdistanê hat li darxistin, di encamê de Kurdistaniya ji dewleta Kurdistanê re bi dengekî bilind û bi hejmareke mezin gotin “erê. Dema ku ji bona kurdan ev encama hêja û baş derket holê, li hemberî Kurdistanê tîfaqa dewletên kolnyalîst û rêxîtinên terorîst û hevalbendên wan ava bûn. Din av kjurdan de jî ji bona xwe xiyanetkar dîtin û çêkirin, Kerkuk îşgal kirin. Ji bona encama refêrandûmê cî bi cî nebe serkeftî bûn.
Divê di van şertên awarte de kurd û bi taybetî jî Dewleta Federe ya Kurdistanê, dewletbûna xwe û yan hemû kjurdan vbixwe navenda stratejiya xwe ya siyasî û dîplomatîk.
Divê em kurd li dijî mafên dewletbûna Fiîstiniyan jî nebin.
Lê divê em rewbûna Dewleta îsraîlê biparêzin. Lewra beşekî mezin misilman û Filîstînî rewabuna dewleta îsraîlê qebûl nakin.
Em kurd dijminê kesî nînin. Em kurd dixwazin mafên xwqe yên neteweyî qezenç bikin û dewleta xwe ava bikin.
*****