Civak

MIT dê serperiştiya vekişîna hêzên çekdarên PKKê bike

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de bo ajansa Cîhanî ya tirkî got ku, saziya îstîxbarata Tirkiyeyê (MIT) dê serberiştiya vekişîna hêzên çekdarên PKKê ji nav axa Tirkiyeyê bo nav herêma Kurdistanê bike.

Li gor ajansa Cîhan, Bulend Arinc cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê di hevpeyvîneke xwe de eşkere kiriye ku, dema hêzên PKKê ji nava xaka Tirkiyeyê derdikevin ew pirosese dê di bin serperiştiya îstîxbarata Tirkiyeyê (MIT) de bi rêve biçe.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyey dibêje ku, ji bona destpêkirina pirosesa derketina hêzên PKKê ji Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê tu pêngav nahên avêtin  ku, parlamentoya Tirkiyeyê  qanûnekê derbixe, bi tenê hikûmeta dikare amadekariyên pêwîst ji bona wê pirosesê pêkbîne û hêzên PKKê ji Tirkiyeyê derkevin.

Back to top button