Li Iraq û Kurdistanê êrîşî hêzên Amerikî kirin!
Li Iraq û herêma Kurdistanê bi balafirên bêpîlot êrîşî baregehên Amerika û hêzên Hevpeymanî hat kirin. Di vê derbarê de nawenda Hêzên Amerikî daxûyaniyek ragihand .
Di daxuyaniyê de dibêje:
Di 24 saetên dawî de, artêşa Amerîkayê li dijî 3 balafirên bêpîlot li nêzî hêzên DYA û hêzên Koalîsyonê yên li Iraqê xwe parast. Li rojavayê Iraqê, du frokeyên bê pîlot hewldana êrîşa ser hêzên DYA û hêzên Hevpeymanî kirin. Yek bi temamî hat jinavbirin û yek jî zirar da û di encam de du kes ji hêzên hevpeymaniyan bi sivikî birîndar bûn.
Ji aliyek din ve, li bakurê Iraqê (herêma Kurdistanê) balafirek bê mirov hat îmhakirin û tu zirar û ziyan çênebûn.
Herweha Amerika hişyarî dide û dibêje: Em bi hişyarî çavdêriya rewşa Iraq û navçeyê dikin. Hêzên Amerîka wê li hember her gefekên li dijî hêzên Amerîka û hevpeymaniyan parastina pêwist bike.


