Hevkariya Kurdistana Rojava berdewam e
Weke tê zanîn di roja 18 Adarê de şaxê 2 yê PDKê bi hevkariya dezgeha xêrxwazî ya Barzanî dest bi organîze kirina kempînek bo kom kirina hevkariyan bo Kurdên Rojawayê Kurdistanê kir.
Di çarçoweya vê kempîna han de ku, weke mezintirîn kempîna hevkarî kirin li Kurdistanê de dihat nasîn, yekemîn merheleya pêşkêş kirina hevkariyan bi hevkariya şaxê 2 yê PDKê û dezgeha xêrxwaziya Barzanî ku, pêk hatibû ji 2 hezar ton erzaq û pêdeviyên din yên jiyanê pêşkêşî Kurdên Rojawayê Kurdistanê hate kirin.
Ji aliyeke din ve jî her evro di çarçoweya vê kempîna han de weke merheleya dudiyan dezgeha xêrxwazî ya Barzanî hevkariyên xwe pêşkêşê Kurdên Rojawayê Kurdistanê kir û di vê merheleyê de 3 hezar ton erzaq û pêdeviyên din yên jiyanê pêşkêşî Kurdên Rojawayê Kurdistanê hatin kirin.